BİRYARA LİJNEYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ YA 2250an

(2015) ROJEVA CİWAN, AŞTÎ Û EWLEHÎYÊ

Lijneya Neteweyên Yekbûyî (LNY) di 9ê Berfanbara 2015an de di derbarê Rojeva Ciwan, Aştî û Ewlehîyê de biryareke da.  Ev biryar 2250 bûn. Biryara 2250 ya pejirand ku “ciwan di parastin û pêşvebirina aştî û ewlehiya navneteweyî de roleke girîng û erênî digirin”.

Yekem car ji aliyê pirsgirêkên aştî û ewlehiyê de ji bo rolên ciwanan biryareke bi vî awayê hatiye dayîn.

KENY  2250an de çend  Nîşeyên Girîng – (Biryara Konseya Ewlehîyê a  Neteweyên Yekbûyî)

  • “Ciwanên vê serdemê mezintirîn nifşê ciwanên ku heta niha li cîhanê hebûne ne.”
  • “Astengkirina gihîştina ciwanan ya ji bo perwerdehî û derfetên aborîyê bandorek berbiçav li ser aşitî û lihevhatina mayînde dike.”
  • “Divê ciwan bi awayeke  çalak tevlî avakirina aştiyê bibin û ji bo edaletê û lihevhatinê rolên mayînde bigirin.”
  • “Dema ku polîtîkayên berfireh bê meşandin, nifûsa ciwanan diyar dike ku bi avantajek bêhempa ciwan dikarin  bibin sedema aştiyek mayînde û serfiraziya aborî yê.’’

Li gorî Biryara Konseya Ewlehiya NeteweyênYekbûyî , di biryara 2250an de pênc stûn hene: beşdarî, parastin, pêşîgirtin, hevkarî, veqetandin & jinûve-entegrasyon.

1.BEŞDARÎ

    Ji bona beşdarî ya ciwanan di pêvajoya biryardayînê de , di sazî û mekanîzmayên herêmî, neteweyî  û navneteweyî de zêde bûbe, KENY( Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî) bang li hikûmetên ku vê biryarê îmze kirine dike ku piştgirîyê bidin ciwanan. Ji bo  Konseya Ewlekariyê di çalakiyên xwe de hewcedariyên ciwanan jî bigire ber çavan ev biryar hatiye dayîn. 

2.PARASTIN 

      Li gorî biryarê; divê hikumet, piştrast bin ku di demên çekdarî û piştî şer, kesên sivîl û bi taybetî ciwanan li hember her cure zextî û tundiya zayendî – zayendparêzîyê biparêze. 

3.PÊŞÎGİRTİN 

 Ji hikumetên ku di vê  biryarê de ne tê xwestin ku; divê afirandina qadên ku ciwan têne nasîn û  ji bo pêkanîna çalakiyên pêşîlêgirtina tundiyê,  piştgiriyek lidarbixin. . Ji bo beşdarîya ciwanan zêdetir bûbe qadên berfireh bêne avakirin. Di heman demî de, teqez kirin ku ji bo hewldana xebatên aştiyê, di nav de geşepêdana civakî-aborî jî heye, her wiha avakirina polîtîkayên li gorî ciwanan jî  hewce ne.

4. HEVKARΠ

Vê biryarê  bang li hikûmetên ku bi Neteweyên Yekbûyî(NY) re dixebitin dike, da ku piştgirîya ji bo aştî, pêşveçûn û wekheviyê zêde bibe.  Komîsyona Avakirina Aştiyê, ji bo pêşvebirina ciwanan, stratejîyên aştiyê di dema pêvçûn û piştî pêvçûnê de dikarin bi ciwana re têkiliyeke çawa daynin, pêşniyarên çawa bidin berçav hwd. çawa dikarin pêşîyê li ber  tundiya navmalê, tundiya olî, tundiya çandî bigrin û her wiha entegrasyona civakî pêşve bibin. 

Komîsyona Avakirina Aştiyê; ji bo ciwan bihêztir bibin û di demên biryardayînê de rolên girîng bigrin, ji bo derbarê perwerdehiyê de lehengîya ciwanan bandoreke erênî li ser gelên heremê bike dixwaze bi vê biryarê (2250) mafên ciwanan bihêztir bike.

5.VEQETANDİN & JİNÛVE-ENTEGRASYON

Bêçekbûn, Demobîlîzasyon û ji nû ve Entegrasyonê, stratejiyên ku piştî şerê çekdarî wekî rêyek ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde têne bikaranîn. Ew tê wateya bêçekkirina komên paramîlîter (bêçekbûn), ji tevgerên wan wekişandin (demobîlîzasyon), û di civakê de ji nû ve entegrekirina wan (jinûve-entegrasyon).

Biryara 2250 hemî aktorên ku bi ‘Bêçekbûn, Demobîlîzasyon û ji nû ve Entegrasyonê’ re eleqedar dibin û bandora van pêvajoyan ku  li ser ciwanan pêk tên,  hewcedariyên ciwanên ku di bin bandora şerê çekdarî da mane re dibe bersiv. Ev biryar ji bo parastina mafên ciwanan teşwîqeke ye. 

Ev babetên ku hatine diyarkirin; ji bo pêşvebirina çanda aştiya li ser ciwana zêdetir bûbe û pêşîyê li ber  marjînalbûyîna ciwanan bigre û di ji bo qada perwerdehî û sîyasetê da cîh bide ciwanan biryareke gelek girînge.