Piştî ku; Kampa ku bi navê ‘’Kampa Ciwanan -29 ‘’ ya ku ji aliye Înîsîyatîfa Avakarên Aştiyê yên Tirkiyê (YPTurkey) ve hatiye lidarxistin, serî lêdana min peşirand û min qebûl kirin , ez tim bi vê pirsa ‘ka dê çawa bibe’ re jiyîyam. Min tim bi perwerdeyên xwe yên ku min bere dîtibûn re berawird kir. Û gava ew roj hat êdî ez di kampa perwerdehê ya ciwanan ya Mêrdîn/Stewrê de bûm. Min dît ku atmosfereke wisa ye ku mîna keskesorê, ya ku ji kesên ji bajarên cûda cûda, dibistan, kargehên cûda hatine û xwedî rengên ciyawaz in û bi hev re bedewiya rengan pir xweşik derdixin holê. Hemû kesên ji vê keskesorê ji erdnîgariya xwe, ji zanav û ji zayenda xwe parçeyek anî bûn û bi rengê xwe li wir bûn.
Li cîhê kampê ya ku şopên hiyerarşiyê qet lê tune ye, ji alîkaran bigire heta dilxwaz, beşdar û xebatkarên kampê hevgirtinek hatiye avakirin. Li kampê em bi fikirîna li ser mijarên wekî ‘şîdet, pevçûn û aştî’ yên ku em pê re her tim tekîldar in re mijûl bûn û me fikren ku ji aliyê dînozorên siyasetê yên ku din ava civakê de polarize bûyînê derdixin holê, me qet wan guhdar nekir û me bi xwe guh da xwe, em bi xwe li ser fikirîn û me dît ku nîqaşeke wiha dikare li ser zemîna rêzdariyê pêk bê.
Li ser gotina Nazim Hîkmet a ku dibêje “Em cîhanê bidin zarokan, da ku rojek be jî cîhan fêrî hevaltiyê bibe”, em cîhanê hem bidin zarokan hem jî bidin ciwanan û bi mesûmiyeta zarokan û dînamîzma ciwanan cîhaneke nû û aştiyeke mayînde ava bikin.
Beşdarvana kampê