Bi Robîn Askar re Hevpeyvîn: Hilbijartin û Nûnertiya Ciwanan

Robîn Askar ji welatê Merdînê hatiye dinyayê û bi gotina wî “Hemû zarokatiya min li kolanên Mêrdîna kevin derbas bû. Ez wisa difikirim ku dîrok û civaknasiya Mêrdîn bi awayêk baş dizanim.” Robîn demeke dirêjê tevli saziyên sivîl dibe û piştre Zanîngeha Artukluyê a Merdînê beşa Siyaset û Pêwendiyên Navdewletî dixwîne. Di aliyekî de zanîngehê dixwîne û di aliyêkî jî xevatên xwe yên sivîl didomîne. Me di meha Gulanê de hilbijartineke mezin li pey xwe hişt. Di vê çerçoveyê de Robîn qala rewşa heyî û berpirsiyarê ciwanan ê çi bibe û rewşa ke çawa li bendî ciwanan be kir.

1. Tu gelek ciwanî û ewqas di demek kin de tu beşdarî sazî û dezgehan bûyî û hê jî ev xebatên te didomin. Wek ciwanek dikarî qala girîngiya saziyên civakî bikî?

Robin Askar: Dibe ku tu şaş bimînin, lê hemî bextreşiyên di jiyana min de bûne sedem ku ez bextewar û derfetên herî mezin keşf bikim. Bi gotineke din, şert û mercên di nava bê şert û mercan de ji min re bûn îlhama xebatên min a heta niha min kiriye. Ez di vê hevpeyvînê de ser navê xwe diaxivim, lê hemû projeyên baş ên ku heta niha ez tê de beşdar bûm, berhemên xebata tîmê bûn. Karên rast bi tîmên rast û motîvasyona rast têne kirin. Li welat û civaka ku tê de dijîm ji gelek tiştan ne memnûn im.

Li şûna nîqaşkirina ku bi kes û mijarên ku ji wan nerazî me, beşdarbûna di karên civakî de, başkirin û veguhertina xeletiyan gav bi gav, û nûkirin saxlemtir dibînim.  Ji ber vê yekê xebata civaka sivîl ji bo min tê wateya mifteyek ku vekirina deriyên dijwar û girtî. Ez bang li hemû hevsalî yên xwe dikim ku bi dildarî di komele û weqfên şareza de cih bigirin û vê têkoşîna hebûnê bidomînin. Siyaset û têkoşîna civakî tenê di rêxistinên siyasî de nayê kirin. Divê ciwanên Kurd jî mîna ciwanên serketî yên cîhanê çalakvan bin.

2. Rol û mîsyonê ciwanan li ser polîtîkayê gelek girîng e. Li gorî çavdêriyên te ciwan li Tirkiyeyê beşdarî polîtîkayê dibin an?

Robin Askar: Ji 15 saliya xwe ve ez bi awayekî aktîf beşdarî rêxistinên wekî “Ulusal Gençlik Parlamentosu û Gençlik Örgütleri Forumu” ku di warê polîtîkayên ciwanan de kar dikin cîh digrim. Carînan dema ku me kampanyayên ciwanî çêdikir min berpirsîyarî ya bajêr û herêmî girtibû ser milê xwe. Ez hîn jî di nav hin rêxistinan de wekî “endamê lijneya şêwirmendiyê” cih digirim.

Bi dîtina min beşdarbûna çalak a ciwanan di nava siyasetê de gelekî girîng e. Tenê weke dengdêr tevlîbûna pêvajoyan têrê nake. Mixabin heta niha partiyên siyasî girîngiyeka têr nedane beşdariya çalak a ciwanan. Piraniya partiyan ji bilî daliqandina al û pankartan û tevlîbûna çalakiyan cih ji ciwanan re venakin. Her wiha gelek serokên partiyan fêm nakin ka ciwan çi dixwazin û çi dibêjin.

Ez wisa difikirim ku hemû tevgerên siyasî û civakî ên ku ciwan tê de cih nagirin, mehkûmî tunebûnê ne. Tevlîbûna demokratîk bi nûnertiya demokratîk pêk tê. Madem ku herî kêm nîvê dengdêran ciwan in; wê demê divê herî kêm nîvê kesên ku di lîste û qadên nûnertiyê de cih digirin ciwan bin. Dema mirov li Tirkiye û Herêma Kurdistanê dinêre, rewşa rêxistinên sivîl û siyasî ku piraniya wan ji kesên kal, pîr û bi mêran pêk tê. Em dijîn û dibînin ku şert û merc ne baş e. Pêwîste ku zilamên temen mezin xwe bidin aliyekî û bi taybetî ji bo jin û ciwanan qadên nûnertiyê vekin. Lê belê ez ne zêde reşbîn im. Ciwanan gav bi gav dest bi tevlîbûna pêvajoyên nûnertiyê kirin. Bi taybetî jî AKP û HDP li gorî partiyên din zêdetir girîngiyê didin tevlîbûna ciwanan û cihekî zêdetir vedikin. Pirsgirêka rastîn li vir e. Ciwanên Tirkiyeyê mehkûmî xêra kal û pîran in. Hêvîdar im ku em ê bi hev re vê pêvajoyê baştir bikin. Mirovên ciwan li gorî mezinan hêsantir û baştir li hev dikin. Lewma ez di wê baweriyê de me ku bi xurtkirina tevlîbûna ciwanan wê gelek pirsgirêk çareser bibin.

3. Milekê polîtîkayê partiyên siyasî ne lê milêk din jî saziyên sivîl in. Li Tirkiyeyê saziyê sivîl xebatên ji bo ciwanan çawa şîrove dikî?

Robin Askar: Ji sala 2015’an û vir ve li Tirkiyeyê qada siyasî û sivîl gelek hatiye tengkirin. Ji ber vê yekê mixabin ez nikarim bibêjim ku gelek projeyên serkeftî û berfireh hene. Dema demokrasî, maf û derfetên aborî tunebe; ne pêkane ku çalakiyên bi bandor pêk bên. Jixwe Tirkiye welatek e ku beşdariya sivîl û hessasiyeta civakî nû bi nû lê çêdibe. Ev pêvajo bi giranî di destpêka salên 2000 de dest pê kir. Li welatekî ku di nava deh salan de carek derbeya leşkerî hatiye kirin. Ne pêkane ku mirov beşdarbûnek demokratîk mezin bibe û modern bibîne. Dîsa jî, gelek rêxistinên sivîl ên xwedî niyeta baş û bi hêz hene. Kar û barên gelekî pîroz hene. Em ciwanên nifşâ nû teknolojî û medyaya civakî baş bi kar tînin û di welatên pêşketî de mînakên baş dibînin. Em jî dixwazin wekî wan bijîn û derfetên baş bi dest bixin. Li Tirkiyeyê herî kêm 30 milyon ciwan dijîn. Çendî ji wan endamên komeleyek an klûbek werzîşê ne? Çend kes bi awayekî aktîf di siyaset, huner, jîngeh an jî werzîşê de cih digirin? Ciwan birçî ne. Ciwan bêkar in. Ciwan ji bo biçin sînema, şano û betlanê fersend nabînin. Ev rewşa heyî nîşan dide. Em hê ciwan in! Hebûna me û hemû hilmên me motivasyonên me ne!

4. Me di demek nêz de hilbijartinek pişt xwe hişt. Heta 5 salan hişmendiyek oldar, neteweperest li pêş me ye. Di vê rewşê de ê berpirsiyarên ciwanan çi be?

Robin Askar: Replîkek komîk a Bavê Teyar hat bîra min “wey ne ser xêrê be rebbîîî”. Henek dikim helbet. Ez encamên heyî di warê desthilatdariyê de weke têkçûn dinirxînim. Tevî ewqas hêz, reklam û operasyonan, wan tenê %52 dengan girt. Li gorî matematîkê nîvê ciwanên li Tirkiyeyê dijîn ji vê rewşê û partiyên siyasî yên neteweperest ên Tirk ne razî ye. Ji ber vê yekê, ez nafikirim ku ew ê ji bo hemî ciwanan bibe pêvajoyek xeternak an pirsgirêk. Ji hinek aliyanve demokrasî û beşdarbûna demokrasiyê jî tiştek wisa ye. Ciwanên ku ji desthilatdariya heyî ne razî ne û daxwaza guhertinê dikin, pêwîste tevlî beşdarbûna saziyên sivîl û siyasî bibin. Guhertin dema ku sêv ji darê li serê mirov dikeve nabe! Lê belê dema ku mirov di qedexeyan de jî ji bo guhertinê amade be û sêva qedexe bixwe, teqez guhertin çêdibe!

5. Di meclîsê de temsîlîyeta ciwanan li gorî hilbijartina din kêm bûn. Kêmbûna vê temsîlîyeta li pêvajoya aştiyê çawa bandor bike?

Robin Askar: Bê guman ew ê bandorek neyînî li rewşê bike. Niha pêvajo û zemîneke diyalogê nîne. Mixabin, xuya dike ku zilamên pîr ji alîgirê tundî û xitimandinê ne. Ger li şûna rêveber û wekîlên an niha ciwanên di bin 35 saliyê de beşdar bibûna pêvajo xerabtir nedibû. Ji ber vê yekê belkî jî hewcê dike ku em dengdarên ciwan binirxînin! Em çima dengên xwe didin mirovên pîr û kal û ji guhertinê ditirsin? Çima em her tim li xilaskarekî digerin? Belkî jî em sîmurg in! Çima na?

Helbet ez van hemû ramanan bi nêrîneke romantîk nabêjim. Di rewşên weha de berjewendiyên aborî, Siyaseta navneteweyî, danûstandinên di navbera partiyan de, tercîh û hesasiyetên civakê, lobîkirin pir girîng e. Dema ku em mînakên li cîhanê dikolin; Di serdemên problematîk ên demdirêj de, nifşên nû yên ku xeletî an jî hewlên nifşê berê mîras digirin, tercîh dikin ku vê pirsgirêkê li ser maseyê çareser bikin ne li qadan. Ciwanên xwedî daxwaz û hesasiyetên pêvajoya aştiyê hene. Divê ev ciwan roj bi roj xwe amade bikin. Dê rojek dora me bê. Hêvî dikim ku em ê pirsgirêkên ku mîrasê me mane çareser bikin.